Gotinên Bav û Kalan II
41- Mala mêra, ji hemd û hêle(Hêz).
42- Reş bi reş kenî, beş (anî spî, deq, benek) bi alatewş (vala, beleş, boş).
43- Qewl, şerîatê betaldikê.
44- Dinanê feqîra dinav hewdelêde dişkêhê.
45- Tamayî birakujîye.
46- Mirov, kuştîyê şêranbê, ne girtîye rovîyanbê.
47- Dijmine bi aqil ji dostê bê aqil çêtire.
48- Ker nînê, kurtan dikirê.
49- Nikarê kerê, diçê kurtan.
50- Oda gûle, behnbike û bide ê dî.
51- Dê ber bi weleda, weled ber bi çîyada.
52- Axlebê cebana, ji çavê dê û bavan a.
53- Quna ku elîmî tira, ye her daim tirakê.
54- Ê li ser xwe meyzênê pepûke, ê li bin xwe meyzênê milûke.
55- Mevan kor e.
56-Ji çil û çara, serîkî kara.
57- Dûr bi nûr.
58- Aşê nezana ji xwe re digerê.
59- Çav dijminê xwe nasdikê.
60- Malê mirîya ji saxa re ye.
61-Ji dê û bava derdikevin bi awa.
62- Kirasê min li xwe ke, tir û fisa tê de ne ke.
63- Kêr çû, cûzan hat.
64- Heçî xelk/mirov kuşt, xwe kuşt.
65- Ne heb û ne seb.
66- Dema gur kete nav kerî, guyê şivan hat.
67- Ber rû bieşê, dil neşê.
68- Kesê ne kes, nabê kes, kurtanê kerê nabê etlês.
69- Ê ku dizane ji xwe dizanê, ê ku nizanê baqek nîsk.
70- Mêrkê/mirovê Kurmanc/Kurd, ku ji mahkeme derdikevê hê nû îfada wî tê bîra wî.
71- Felekê tirî le me kir xelekê.
72- Qisas xilasdibê, şade/şahid xilasnabê.
73- Gotin ‘mizgîn li te kerê, dahşike te çêbû’ go ‘êmê min kêm bû, barê min zêde bû.
74- Ne deyndar û ne maldar.
75- Ku feqîra li xwe kir dibejin ‘te ji ku anîye?’ ku zengîna li xwe kir dibejin ‘pîroz û bimbarik bê.
76- Sikurê nebide dosta, nebide dijmina.
77- Bavek dikarê li sed lawî binerê/xwedî bike, sed law nikarê li bavekî binerê/xwedî bikê.
78- Tenûr bi tir û fisa germ nabê.
79- Armanca qeraş ku av herê ser aş.
80- Dîtina çava, qinyata dila.
Ferheng: Di vê nivîsê de min ferheng bi watêya çanda
nivîskî bikaranîye. Dema çand hate nivîsandin û bû
pirtûk ev dibê avakirina ferhengê. Ferhengsazî ji bo
netewên bindest hebûne.
Lêkolînên Folklorê II
Dilazad A.R.T
Weşanên Zaningeh, r. 20-22
Mêrdin - 2019