Hesen Şerîf Diçim 2015
Diçim Ji véderé
Hinek Ji keziyé te
Hinek Ji xweziyé te
Hinek Ji dûriya xwe
Û hinek Ji giriyé te bi xwe re dibim û diçim
Belkî ezé carek din dengé te nebihîzim
Wé helbestek me jî tune be
Wé xeyalek me jî tune be
Ne seré min li ser kaba te
Û ne desté te li nav pora min
Ezé hinek nerîné te bi xwe re bibim û biçim
Dibe ku careké bém bîra te
Li ser kevirekî rûné
Dora xwe xéz bike
Gulîké xwe bihûne
Léva xwe gez bike
Û negrî quban
Ku vegera min tune be jî ezé biçim
Ezé careké desté te
Careké hesté te
Careké riya te
Û her caré siya xwe maç bikim û biçim