Tekstên kitêba “Kevneşopa Êzdiyatiyê ya Tekstuel a Dînî:
Ji ya Devkî bo ya Nivîskî
Kategorî, Veguhaztin, Binivîskirin û Bikanonkirina Tekstên Êzdiyatiyê yên Dînî” ya Xanna Omerxalî li ser avesta I CHANNEL Youtube (li vir) hatine barkirin. Hûn dikarin bi karekoda ser kitêbê bibînin.
Xebateke berfireh derbarê kevneşopa êzdiyan a dînî ya tekstuel de ji Xanna Omerxalî:
Kevneşopa Êzdiyatiyê ya Tekstuel a Dînî:
Ji ya Devkî bo ya Nivîskî
Kategorî, Veguhaztin, Binivîskirin û Bikanonkirina Tekstên Êzdiyatiyê yên Dînî
Ji ingilîzî: Fahriye Adsay
Ev kitêb xebateke berfireh e derbarê kevneşopa êzdiyan a dînî ya tekstuel de ku teswîrên gelek aliyên veguhaztina devkî ya zanîna êzdiyatiyê ya dînî ku heta niha nedihatin zanîn dihewîne. Îzaheteke bi hûrgilî ya ‘mekanîzmayan’ pêşkêş dike û gelek aliyên kevneşopê binxêz dike. Raber dike ka kevneşopa dînî ya tekstuel çawa kar kiriye û heta radeyekê hê jî dike bi awayê xwe yî pêş-modern, û veguherînên niha tê re derbas dibe jî teswîr dike ligel kêşe û pêvajoyên di warê meyla zêdebar de ku zanîna dînî derbasî nivîsê bibe û bi rastî jî kanoneke nivîskî bê afirandin.
Kitêb çendîn deqên heta niha nehatine weşandin û berfirehtirîn lêkolîna daneyên deqên êzdiyatiyê yên pîroz ên mewcûd dihewîne. Tê de çar nexşe, ferhengçeyeke navlêkan û lîsteyeke ocaxên êzdiyan heye, û koleksiyoneke berfireh a tomarên deqan (208 deqe).
Kevneşopa Êzdiyatiyê ya Tekstuel a Dînî: Ji ya Devkî bo ya Nivîskî
Kategorî, Veguhaztin, Binivîskirin û Bikanonkirina Tekstên Êzdiyatiyê yên Dînî
Xanna Omerxalî
Ji ingilîzî: Fahriye Adsay
978-625-7253-81-9
24x15, 600 rûpel
KEVNEŞOPA ÊZDIYATIYÊ YA TEKSTUEL A DÎNÎ: JI YA DEVKÎ BO YA NIVÎSKÎ