Bi dengê Abdullah Koçal helbesta Kawa Nemir - Veger Bo Malê
Veger Bo Malê
Mîna bavê ku ramûse kurê xwe,
yê ku çêja qitîyan ji dêv difûre.
Mîna zîn û zengû vala, berê xwe
dayî nava mija ku bûye hirî li ser pir e.
Mirin virnî ye; xewa dergûşa kurîn î şeş mehî.
Masîyê nehs e cudayî, diperpite dipdirêj, nemir e.
21'ê Pûşpera 2010'an
Kawa Nemir
Bahçelievler / Stembol
Ji "Bêdengî û Tiştên Din", r. 41, Lîs, Adara 2012'an, Amed / Kurdistan
Asoya Helbestê ©
www.helbestakurdi.com
helbest, kurdî, helbestên kurdî, asoya helbestê, cc:yt=on,