Hevra - Dayikên Aşîtiyê

Опубликовано: 04 Август 2026
на канале: Hevra
7,903
239

Hevra - Dayikên Aşîtiyê

Dayik!
Dayik ji bona civak û mirovahiyê xwedî cihekî taybet e. Bêîstisna her mirov ji dayika xwe hezdike û hurmeteke mezin dide dayika xwe. Ji ber ku civak bi ked û destên dayikê tê avakirin û bingeha xwe ji Kurdîstanê distîne; dîsa ji ber ku civaka Kûrd, civakeke dayiksalariye; qîmet û rêzdarîya dayikan gelek girîng e û dayik her tim pir hêja ne di nav Kurdan de.
Em jî wek Hevra ji bo dayîkên xwe yê qedir bilind û ji bo keda wan a bihagiran wek mîsyonekî spasiyê, me daye ser milên xwe û strana "Dayikên Aşîtiyê" ji bo dayikên qedir bilind çêkir û me ji Dayikên Aşîtiyên û Dayikên Şemiyê re diyarî kir.

SPASÎ:
Em spasiyên xwe di herî serî de ji dayikên me yên ku di klîba me de ked dane û di çêkirina klîbê de cih girtine re dişînin û em dibêjin ku; keda we sax be.
Dîsa em spasiyên xwe ji Kom Mûzîk, Dem Prodîksîyon û Abdullah Uysalê re dişînin; ji ber ku bi awayekî hevpar ked dane û însiyatîfa çêkirina klîba me de cih girtine; her wiha em spasiya Ozan Emre Koca û Kemal Yildirim ku aranje û mîks mastering a karê me kiriye, Berkant Dînçer ê duduk lêxistiye, Ercan Altuntaş ji bo xêzkirina bergê albûm kedeke mezin daye strana me û ji bo keda wan spas dikin.

Gotin û Avaz: Hevra

Dayikên Aşîtiyê
Bêje kolanên Amedê
Bêje kuçeyên Botanê
Kanên stêrkên gelê me
Dişewtîne nav dilê me
Her dişewte dişewtîne

Ew zarokên gelê me ne
Bi hezaran wenda bû ne
Berxê dilê dayika ne
Dişewtîne nav dilê me
Her dişewite dişewtîne

Em dayikê aşîtiyê ne
Em dayikê roja şemiyê ne
Laçik spî dil bi agir in
Ber xwe didin serî bilindin
Ber xwe didin em ser piyane

Hawar dike Dîcle û Firat
Hawar dike Çemê Mûrad
Dike qêrîn zarîn fîgan
Dişewtîne nav dilê me
Her dişewite dişewitîne

Ew in tîrêjên roja me
Ew in stêrkên doza me
Ew ronahiyên çavên me
Dişewitî ne nav dilê me
Her dişewite dişewitî ne

Em dayikê aşîtiyê ne
Em dayikê roja şemiyê ne
Laçik spî dil bi agir in
Ber xwe didin serî bilindin
Ber xwe didin em ser piyane

*
Anneliğin insan ve toplum açısından yeri ve önemi oldukça önemlidir. İstisnasız her insan annesini sever, annelere büyük saygı ve değer atfeder. Toplumsallığın anne emeği ve eliyle geliştirilmesinden, kaynağını Kürdistan coğrafyasından almasından ve Kürt toplumu anaerkil bir toplum olmasından dolayı annelere atıf edilen değer ve saygı çok büyüktür, önemlidir.
Bizler de Hevra müzik grubu olarak değerli annelerimizin yüksek emek ve fedakarlıklarına atfen bir teşekkür inisiyatifini üstlenerek çok değerli annelerimiz için "Dayikên Aşitiyê" eserini hazırlayıp Cumartesi ve Barış annelerimize hediye ediyoruz.

Teşekkür:
Öncelikle klibimizde emek verip klibin yapımında yer alan annelerimize teşekkür ediyor, emeklerine sağlık diyoruz.
Yine Kom Müzik, Dem Prodüksiyon ve Abdullah Uysal'a da klibin yapımını üstlenip ortak bir emekle klibi hazırladıkları için,
Ayrıca eserimizin aranje ve mix mastering çalışmasını yapan Ozan Emre Koca'ya ve Kemal Yıldırım'a, duduk çalan Berkant Dinçer'e, albüm kapağı çizimi için Ercan Altuntaş'a çok teşekkür ediyor ve emeklerine sağlık diyoruz.

Söz ve Müzik: Hevra

Navnîşanen Hevrayê Yên Torên Civakî/ Sosyal Medya Hesaplarımız
Înstagram:   / hevrraa  
X: https://x.com/gruphevra
Tiktok:   / gruphevra  

#hevra #dayikênaşitiyê