Êwarey Payîz
Le asoyekî dûre dest
awabû zerde payîzî
Detgut bûkêkî bênaze
perde cê dêllê be zîzî
Pelle hewrêkî çillkine
girtî sûçêkî asman
Gellayi zerdî darêk werî
ziryan birdî berew neman
Cûtêk kotrî ser be killawe
hellkûr mawn le swaneyek
Diyare lew dewr u berane
pêyan şik dê hêlaneyek
Pasarî serdarî kollan
firre u cîke yan lê birra
Qel firrî... firrî.. ta win bû
her rûreşîyi xoy pê birra
Şepolêk musîqayi be soz
hatu rabward be bin gwêmda
Şwênêkî bo xoy kirdewe
le naxî dillî twê twêmda
Axir kollî bo birde jûr
bar berêkî dirêjî rût
Derkî dûkanî galle da
mam hacî û berew mall bizût
Nazdarêkî çarşêw be ser
be tenîştimda têperî
Behar hat u tund qîjandî
rûtelleyek be bedferrî
Kemêk rawesta ca raburd
ew laweyî cadeyi de pêwa
Dîyarbû xêsêkî dabûue
ew şoxe le bin çarşêwa
Kîjêk xoy le jûr kutawe
derkey hewşêkey pêweda
Îtir şwêne warî ciwanî
Bedî nakem le nêweda
Ta tarîkan peyda debê
çoll û çolltir debê cade
Nedête der kîjî lebar
ne radebrê lawî sade
Hewa bûlêlle ,awlêlle
gull sîs buwe, gella zerde
Tenanet rengî gorrawe
em dîwar u dar u berde
Temaşay her şitê dekem
rengî payzî girtuwe
Ciwanî xoy lê şardûmewe
dizêwî rêzî girtuwe
Çawim le asman birrî
dillim hêndey dîge gîra
Gelêk bîrewerî konim
le pirr hatnewe be bîra
Aram-aram be loje loj
ewa berew mall bûmewe
Ne kes le pêşimda derrwa
ne kes diyare be dûmewe
Na na narom, meleyi dekem
le nêw deryayî mendî xeyall
Dahêzaw rû girj, tûrre
dill pirr tase, mêşk betall
Ax, dîsan rûperêk dirra
le roj ejmêrî temenim!
Ax,dîsan şew dahatewe
min herwa dûre wetenim!
Ax,dîsan çûme jêr ballî
reşî şewgarî tenyayî
Ax,debê dîsan biçêjim
jehrawî tallî cudayî!
Ax,dîsan debê rabwêrim
le jûrêkî sard u sirrda!
Degell azar destemilan bim
ta beyan le nwênî şirrda!
Derrom, ditirsm, delerzim
le pelamarî moteyi şew
Dad le desem dlleyi be xem!
way le des em çaweyi bê xew
Derrom ta ser pêkewenêm
degell zam u derd u êşim
Derrom ta şewêkî payîz
min şew nixûnî bikêşm
Dûr qaqayekim gwê lê bû
detgut gullem pêwedenê
Çon be êwareyi payîzîş
îwaheye pêbikenê!?
Xeyallm bibû be wişe
nemzanî kes be dwamewe
Dengêkî lerzok u nerm
be spayî ciwabî damewe:
«Bellê hen û yekcar zorin
bazirganî firmêsk u xwên
Bellê hen u pêdekenin
be serbeheş, be mil be kwên
Bellê hen û pêdekenin
be min, be to, be hezaran
Be daxî bawk kujrawan
be henîskî hetyu baran
Be nezanî, be nexoşî
be tarîkan, be şewezeng
Be zincîr, be tenaf, bedar
be girtûxaneyî terr u teng
Be bo kurrûz, be çirre dukell
be hallaw, be girr, be agir
Be tem, be mij, be hurre, be dok
be tufanî willat dagir
Be buwe lerze, reşeba
be sûtman u ziyan u zerr
Be herçî xirap u şûme
be gişt deskrî xwa şerr
Be nalle ,be kull, be giryan
be sîng kutan, be rû rinîn
Be bergî reş, be çawî sûr
be gorrxaney, bekorrî şîn
Be kelawe ,be kunde bû
be dîwarî heres hênaw
Be dawênî tîtoll tîtoll
be anîşkî pînekiraw
Be nûke nûkî bêwejin
be hane hanî manduwan
Be zîre zîrî mindallan
be nuzey nîwe zînduwan
Be nerre nerrî celladan
be qirme qirmî şest tîran
Be wîrre wîrrî qemçiyan
be eşkenceyî rûnakbîran
Be çillkî yexey krêkar
be kefî serşanî cûtêr
Be peçe u rûbend, be xencer
be yek nebûnî mê û nêr
Be qellemî bezîwî kul
be zimanî le binda brraw
Be derkî daxiraw fêrge
be ktêb û defterî drraw
Le qamûsî ewaneda
bezeyî manay nemawe
Bêziyan le bize helldestê
waziyan le xwên u zûxawe
Her dellopî xwênî lawê
bo wan yaqûtêkî sûre
Her tikey firmêskî kîjê
bo wan mirwarî bermûre
Henasey sardî awaran
koşkî ewan germ deka
Leşî req u zigî birsî
cê parûyan nerm deka
Sermayî wan le gerrdabê
ba zor derk le qurr gîrê!
Dolar le brew nekewê
ba kollewar bê dapîrê!
Deba xwîn bê u seran berê
çerxî kargeyan bigerê
Pêdekenin, pêdekenin
be billêsey agrî şerê»
Gutim:«ke wabû,aşna!
beşî ême le nêw çûne»
Gutî:«na, na, dûr binware…
dûr binware…aso rûne…»
1974