Hevra - Tenê

Опубликовано: 08 Август 2026
на канале: Hevra
433
40

Hevra - Tenê

Mamoste Rotînda hestên dilê xwe de yên ji bo dayika xwe bi vê stranê aniye ser zimanê xwe. Em jî dizanin ku ew çîroka ne tenê çîroka Mamoste Rotînda û dayika wî ye. Ev çîrok di şexsê wan de serpêhatiya her Kurd î ye. Îcar dema ku berpirsiyariya welatparêzî û têkoşîna gelê Kurd jî tevlî meseleyê bibe, kuştin, dîlîtî, surgunbuyîn, penaberî û koçberî bêguman û mixabin dibe para gelê Kurd. Kesera tenêbûyîna mirov, laşê mirov dorpêç dike û dilê mirov pê diperite. Di vê stranê de Mamoste Rotînda jî ew hêst anîne ser zimanê xwe.
Me jî wek Hevra xwest em di vê strana Mamoste Rotînda û çîroka wî de derd, kul û kedera hemû koçber û penaberên gelê Kurd bînin ser zimên. Kesera welat ya di dilên penaber û koçberan de bûye êşeke bêhempa. Û me dîsa xwest hemû dayikên leheng, qedirbilind û xwedî nirx bi bîr bînin. Bi hêvîya Kurdistaneke azad û serbixwe.
Guhdarxweş!

*

Mamoste Rotînda annesi için olan yüreğindeki duygularını bu şarkıda dile getirmiştir. Biz de biliyoruz ki bu hikaye, sadece Mamoste Rotînda ve annesinin hikayesi değil. Bu hikaye onların şahsında her Kürt’ün başına gelen olaydır. Bu sefer Kürt halkının mücadelesi ve yurtseverliğinin sorumluluğu da meseleye katıldığı zaman ölüm, esirlik, sürgünlük, göçmenlik kuşkusuz ve ne yazık ki Kürt halkının payına düşüyor. İnsanın yalnızlığının hasreti insanın bedenini sarmalar ve insanın yüreğini parça parça eder. Bu şarkıda Mamoste Rotinda da bu duygularını dile getirmiştir. Biz de Hevra olarak istedik ki bu şarkıda Mamoste Rotinda ve hikayesini, yara ve kederini bütün göçmenlerin ve mültecilerin kederini dile getirmek istedik. Yurdun hasreti göçmenlerin ve mültecilerin yüreğinde eşsiz bir yara olmuştır. Yine istedik ki bütün kahraman, kudretli ve mücadele sahibi anneleri analım. Özgür ve bağımsız bir Kürdistan umuduyla...
İyi dinlemeler!

Derenge roj çû ava
Ez mam tik û tenê
Li van deran
Kezeba min peritî
Bi hesreta te me
Mam li der û dertûlan
Çi dibe min jî bibe

Dizanim ez jî ev jiyan nîne
Gulsorem bindestan e
Ez azad nînim
Wa ez diçim cem
Gulsora xwe
Qu ezê şerkim û azad bim
Pir sare dicemidim
Naxwazim bimirim
Li ven deran
Şev nîvê şeve
Ez li kuça dimeşim
Bi qêrîn û gazî me
Kesek min nabihîse

Gotin û Muzîk: Rotînda Jan Yetkiner (1995 Bruxelles)

Navnîşanen Hevrayê Yên Torên Civakî / Sosyal Medya Hesaplarımız
Înstagram:   / hevrraa  
X: https://x.com/gruphevra
Tiktok:   / gruphevra  

#hevra #tenê #rotinda