Mest Û Serxoshim Dilawerê Zengî

Опубликовано: 08 Сентябрь 2026
на канале: AHMAD MUSTAFA
312
5

Ahmad Mustafa



Mest û serxoş im ji dîna esmerê

Sergiran im ji axîna keserê
Birîndar im ji awirên dilberê
Dilbixwîn im ez ji derba xencerê
Ji berbanga şew şevîna şêrînê
Cegerdax im ji daxa wê birînê
Giriftar im di fitraka wê Zînê
Rengê Memê dîlê benda evînê
Evîndar im ji evîna dêmdurê
Meyperest im şêt û şeyda vê surê
Dîn û har im ji peyala xemxurê
Sade noşîn ew ji destê meyfurê
Xemxur im ez ji çûna bê vegerê
Gelo rast e, weya xewn e, şevberê
Şeva şêrîn bi maça sîng û berê
Dengê dawîn ji dilê min bê derê